Tîrmeh 25, 2017 16:38 Asia/Tehran
  • Wilayetî: Îran dilgiranê boykotên Amerîkayê nîne

Rawêjkarê pilebilind ê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bi pêkutîya ser vê yekê ku Amerîkayê mideha 38 salên buhurî de ti wexta bi nêta xêrê bala xwe nedaye ser Komara Islamî ya Îranê, got: Îran ji ber boykotên Amerîkayê dilgiran nine.

Elîekber Wilayetî îro bal kişand ser hewldana Waşîngtonê jibo sepandina boykotên nû ser Komara Islamî ya Îranê ûÛrsêtê de û got: Îran bi xwebawerîyê û bi saya peywendîyên kêrhatî yên digel gellek welatan ji wan bi Ûrsêt û Çînê re dikare meseleyên xwe pêşde bibe.

Meclisa Sêna ya Amerîkayê 15`ê Hezîranê li dewama kiryarên bikîn ên Waşîngtonê li dijî Têhran û Moskovê, plana boykotên nû dijî Îran û Ûrsêtê pejirand lê, bi dû pêşnîyareke Komarxwazan têkildarî xistina navê Koreya Bakûr nav lîsteya boykotên dijî Îran  û Ûrsêtê, dengwergirtina li bara wê pêşnîyarqanûnê li meclisa nuneran a Amerîkayê paşda ket.

Endamên meclisên Sên û Nuneran ên Amerîkayê roja şemîyê lihev kirin ku wê guhertinê îro bidin pejirandinê.

Nîkî HÎl nunera dayimî ya Amerîkayê li NY vê dawîyê bal kişand ser piştgirîyên Îran û Ûrsêtê ji dewleta qanûnî ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê li şerê şeşsalî yê vî welatî li hemberî têrorîstan û got: Trump û tîma wî li halê hilkolandina imkana sepandina boykotên zêdetir ser Îran û Rûsîyê bi hegera piştgirîya ji Sûrîyê ne.