Tîrmeh 25, 2017 16:03 Asia/Tehran
  • Îranê êrişa têrorîstî ya ser nexweşxaneke Efganistanê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê êrişa têrorîstî ya vê dawîyê ser nexweşxaneke navendî ya Efganistanê şermezar kir û xwe şirîkê xema dewlet, gel û malbatên gorîyên vê bûyerê zanî.

Endamên Talibanê roja yekşemê piştî dagirkirina bajarê Tîyorê ser bi parêzgeha Gûr  li navenda Efganistanê, ketin nexweşxana navendî ya Efganistanê li vî şarî û nexweş, pizişk û hemşîre dan ber gulleyan. Di encama vê cinayetê da 35 sivîl hatin kuştinê.