Tîrmeh 25, 2017 09:06 Asia/Tehran
  • Salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Meisûmê (S) pîroz be

Îrana islamî di şeva salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Meisûme (S), xwûşka hezretê Imam Riza (S), heştemîn imamê şîeyên cîhanê de, di nava kêf û şayîyê de ye.

Îro sêşem 1`ê Zîqeida sala 1438`ê hicrî-qemerî, 25`ê Tîrmehê, salroja bimbarek a jidêbûna hezreta Fatimeya Meisûme (S) keça hefad a hezretê Mûsa Ibnê Ceifer (S) imamê heftem ê şîeyên cîhanê ye.

Hezreta Fatimeya Meisûme (S) di roja 1`ê Zîqeida sala 173`yê hicrî-qemerî, li bajarê Medînê hat dinyayê.

Hezreta Fatimeya Meisûme (S) sembola qencî û exlaqên baş bû. Di şeva salvegera jidêbûna wê da, cejin li tirba wê li bajarê pîroz ê Qumê li başûra Têhranê hat lidarxistin.

Gelê bajarê pîroz ê Qumê dest bi vêxistina lampan û belavkirina şîrînîyan li nav xelkê kirin.

Cejna jidêbûna hezreta Fatimeya Meisûmê (S) li mizgevta pîroz a Cemkeranê û meçîtên din, husêynîye û warên pîroz ên parêzgeha Qumê bi pişkdarîya berfire ya hezkirîyên ehlibeytê (S) tê lidarxistin.

Radyo û Televîzyona Kurdî ya Komara Islamî ya Îranê salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Meisûmê (S) li hemî hogir û hezkirîyên binemala pêxemberê hêja yê islamê (S) pîroz dike.