Tekezkirina serokê Komara Îslamî ya Îranê ser xurtkirina hêza leşkirî ya Sipah û Artêşê
Serokkomarê Îranê li hevdîtina fermandeyên pilebilind ên sipahê pasdarên Inqilaba Îsalmî tekez kir Yekitî û hewdengiya hemî hêz û saziyên nizamê jibo cihanîna rênimûniyên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û xizmeta bo gel pêwîst e.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li hevdîtina fermandên pilebilind ên sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ji hewldanên vê saziyê spasî kir û hêvî kir: Hewldana hevdeng a hemî hêzên çekdar bi zûtirkê bibin baîs ku xwestekên xelkê cih werin û hemî sazî û dezgehên berpirsiyar, bi ronî bi pisporiya xwe nizamê hîn kêrhatîtir bikin.
Rûhanî her wiha bi piştgiriya tam a dewletê ji xizmetên sipahê li warê erkdariya xwe got: Xurtkirina hêza eskerî ya sipahê û artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi behrewergirtina ji teknolojuiyên nû, ewlehiya neteweyî ya Îranê zêdetir ji berê garantî dike.
Serdar serleşkir Muhemed Elî Ceferî fermandê giştî yê sipahê li vê hevdîtinê, amadetiya sipahê jibo hevkariya giştalî bi dewletê re jibo cihanîna armancên Inqilaba Îslamî arghand.