Tîrmeh 24, 2017 19:21 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Sipahê Pasdarên Inqilabê jibo şermezarkirina êrişa Rêjîma Sîyonîst ser mizgevta Eqsayê

Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê li daxûyanîyekê bi şermezarkirina tund a êrişa Rêjîma Sîyonîst ser meçîta Eqsayê, serhildana nû û intifaza nivşa nû ya Filistînê bi palpiştîya bijareya berxwedanê kabûsek jibo sîyonîstan û piştgirên wan ên navçeyî û derveyî navçê zanî.

Li gorî rapora SIPHA NEWS`ê, li beşeke vê daxûyanîya Sipahê Pasdarên Inqilabê hatîye: Kiryarên zordarîyê û cinayetên nû yên Rêjîma Sîyonîst li dijî mizgevta Eqsayê ku piştî opêrasyona şehadetxwazîyê ya ciwanên filistînî di 14`ê Tîrmehê de gurr bûne, wehşet û tirsa sîyonîstan ji pêkhatina serhildana nû û kûrbûna têkoşîna gelê Filistînê di nav ciwan û tezelawên filistînî da û bilindbûnû xurttirbûna potansîyela berxwedana dijî sîyonîstan nîşan dide.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Kiryarên Rêjîma Sîyonîst ên bêrêzîya li nirxên pîroz ên misilmanan û zordarî û êrişa ser mizgevta Eqsayê ku bi bicihkirina alavên leşkerî û berbendên elektironîk û ewlehîyê yên brfire li Qudsê û bisînorkirin û dijwarkirina bêhempa a rewşê jibo derbasbûna nimêjkeran ketine qonaxeke nû, mehkûmê işkestê ne û ti wexta projeya zevtkirina Qudsê ser navê cihûyan nagihînin armanca xwe.

Li vê daxûyanîyê kiryara vê dawîyê ya Rêjîma Sîyonîst hewldanek jibo sepandina hikimdarîya şeytanî ya Israyîlê li mizgevta Eqsayê hatîye wesifkirinê û hatîye:

Dûhatên vî karê bixeter yê pêsîra welatên islamî yên bêdeng û idiakirên mafên mirovan li civatên navnetewî bigire û encam û dûhateke giran jibo wan be.

Li vê daxûyanîyê hatîye tekezkirinê ku: Roja îro kaxiza ku nexşeya Rêjîma Sîyonîst ji Nîlê heta Firatê ser hatibû xêzkirinê bi vîyana gelê Filistînê û hişmendî û zîrekatîya gelê navçê, bera wê ber bi zibildanka dîrokê ye û bûye sebeb ku bilekis sîyonîst û piştgirên wan ên navçeyî û derveyî navçê mînakeke nû ya berxwedana dijî sîyonîstan  ji Nîlê heta Firatê û belkî li asta cîhanê bibînin.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Gelê Îranê bi berçavgirtina ji gotin û şîretên mayinde yên hezretê Imam Xumêynî (Xwedê rehmetê lê bike) û rênimûnîyên rêberê giranqedir ê inqilabê hezretê Imam Xaminêyî, ti wexta rê nade meseleya Filistînê ji rêza yekem a meseleyên cîhana islamê derkeve û ometa islamê tevî rûbirûbûna ligel şerên biwekalet û têrorîstî li navçê, çirkeyekê ji mijara Filistînê xafil nabe û cîhanîkirina nerazîbûna li hemberî kiryara vê dawîyê ya sîyonîstan erkeke berdewam jibo sazî û dezgehên navnetewî yên islamî û mafên mirovan dizane.

Li dawîya vê daxûyanîyê êrişa Rêjîma Sîyonîst ser meçîta Eqsayê û bêdengîya civatên cîhanî yên mafên mirovan û serokên hin welatên ereb bi tundî hatîye şermezarkirinê û pêwîstîya pêkhatina pêla nû ya piştgirîya ji serhildana nû ya Filistînê hatîye tekezkirin.