Tîrmeh 24, 2017 18:13 Asia/Tehran
  • Şemixanî: Ewlehîya Îran û Efganistanê bi hev ra girêdayî ye

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li hevdîtina digel rawêjkarê ewlehîya netewî yê serokomarê Efganistanê got ku ewlehîya her du welatan lihev alîyaye û nayê qetandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Şemixanî îro Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li hevdîtina digel Mihemed Henîf Etmer rawêjkarê ewlehîya netewî yê serokomarê Efganistanê li şarê Têhranê got: Sekinîna li hemberî pêkhatin û berfirebûna komên têrorîst û tekfîrî hewcedarê pêngavên hevgirtî û hevdeng  di navbera welatên cînar de ye.

Şemixanî dilgiranîya xwe ji ber dewama piştgirîyên malî û lêzanînê û dayîna çekan jibo komên têrorîst ku ji alîyê hin welatên paşvero yên deverê ve di çarçova damezirandina hin medreseyên dînî û navendên civakî de  tên kirinê, herwiha got: Ev demajoya dibe sedema berfirebûna bêewlehîtî, gêre û pevçûnên firqeyî û mezhebî û bêbandorbûna pêngavên dewleta Efganistanê jibo şopandina pêvajoya pêşxistin û avedankirina vî welatî.

Wî herwiha bal kişand ser paşxana şaristanîyet û babetên zaf ên hevpar ên çandî di navbera her du welatan de û got: Dewama rawêjkarî û veghortina tecrubeyan jibo têkoşîna li hemberî bêewlehîtîyê yê bibe sedema aramî, istiqrar û rehetîya sînorên her du welatan û xweşkirina zemînê jibo sûdwergirtina ji berjewendîyên mayinde û hevpar.

Mihemed Henîf Etmer rawêjkarê ewlehîya netewî yê serokomarê Efganistanê jî di vê hevdîtinê de bal kişand ser hevkarîyên kêrhatî yên Îranê di rêka pêkanîna dewleta tifaqa netewî li Efganistanê de û li ser dewama rêya muzakirê bi merema bihêzkirina iqtidar û hevgirtina dewleta tifaqa netewî sekinî.

Mihemed Henîf Etmer herwiha got: Hêzên leşkerî û ewlehîyê yên Efganistanê hewleke kêrhatî jibo kokbirrkirina têrorîsmê û sekinîna li hemberî kiryarên şerûtan nemaze li sînorên hevpar ên her du welatan dane.