Tîrmeh 24, 2017 16:13 Asia/Tehran

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Kiryarên Amerîkayê bikîn in û wî welatî lec û serhişkîya li hemberî Îranê domandîye û yê bidomîne jî. Bi her awayî em mideha 2 salên buhurî da bi bêsozî û astengîderxistinên Amerîkayê re rûbirû bûne û me bi hemî hêza xwe ev mijara li komsyona hevpar a rêketinama navokî şopand û welatên ewropî bi helwestên xwe di vî warî de babetên pêwîst anîn bîra amerîkîyan.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li civîna rojnamevanîyê ya bi pişikdarîya nûçegihanên navxweyî û bîyanî di bersiva pirsa nûçegihanê SAHARTV`yê de li bara boykotên ihtimalî yên dijî Îranê bi behceta bernama mûşekî û rola Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li serketinên vê dawîyê yên Sûrîye û Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê herwiha got: Amerîka dewletek nine mirov pêbawerîyê lê bike û pêrgî gellekî paradoksan bûye.

Qasimî herwiha got: Dewleta niha ya Amerîkayê pêrgî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bûye ku ji mêkanîzm û garantîyeke qahîm sûdê werdigire û Waşîngton neçar e ku jibo lawazkirina wê hin karan bike ku meydanê ser Îranê da teng bike û atmosfêreke rewanî û sîyasî ya dijwar jibo Komara Islamî ya Îranê li cîhanê pêk bîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha tekez kir ku rêketinama navokî bi hêza pêwîst pêşda diçe û got: Amerîkîyan wisa ku gotine hela jî girêdayîyê rêketinamê ne û mijara astengîderxistin û bêssozîya wan ji mijara nirxandin, rexnegirtin an derketina ji vê rêketinamê cida ye.

Qasimî li bara peywendîyên Îran û Kuweytê û mecala derketina dîplomatên îranî ji wî welatî û got: Dîplomatên îranî nehatine derxistinê û heta wek unsurên nebaş jî nehatine nasandinê belkî li gorî daxwaza dewleta Kuweytê hejmara personelên balyozxana Îranê li wî welatî tê kêmkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Têhranê hertim peywendîyên erênî bi Kuweytê re hebûne û biryar û kiryara vî welatî li bara kêmkirina hejmara karmendên balyozxana Îranê di vê rewşê da hêjayî lomekirinê ye.

Qasimî li bara dayîna vîzê jibo dîplomatên îranî di çarçova desteya konsulî jibo bicihbûna li Erebistanê bi merema şopandina rewşa konsulî ya hecîyên îranî jî got: Hê Erebistanê vîze nedaye dîplomatên îranî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li dawîyê bi gotina vîya ku desteya konsulî ya Îranê divê berî şandina hecîyan li Erebistanê bicih bibe, ragihand: Mijara ku nezelalîyên vê babetê zêde dike têkildarî wê rewş û mêkanîzmê bû ku biryar e desteya îranî li gorî wê erkên xwe cih bîne.