Qasimî: Gelê Îranê li kêleka gelê Efxansitanê li hember fanatîzmê radiweste
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hember êrişa terorîstî ya îro li Kabulê got: Gel û dewleta birîndar ên Efxansitanê hîn ji berê xurttir dê riya xwe jibo rawestana li ber fanatîzmê û şîdetê bidomînin.
Li encama êrişa terorîstî ya siba duşemiyê li navça Serkarîza bajarê Kabulê, 24 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn. Koma Talibanê berpirsiyariya vê êrişê girt istûyê xwe.
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve a Îranê roja duşemiyê kiryara terorîstî li Kabulê şermezar kir û serxweşî gote dewlet û gelê Efxansitanê û tev malbata qurbaniyên v êrişa terorîstî hevderdî kir.
Qasimî bal kişand ser tund û tûjî û kiryarên neînsanî ji aliyê grûên fanatîk û terorîstî li Efxansitanê û destnîşan kir: Gel û dewleta Îranê dê tim li kêleka gel û dewleta Efxansitanê li riya rawestana li ber fanatîzm û şîdetê be.