Tîrmeh 24, 2017 15:54 Asia/Tehran
  • Amoliyê Larîcanî: Bila Emerîka destxwe welatiyên îranî yên ku  hews kirine, berde

Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Divê Emerîka destxwe welatiyên îranî yên zindanî li vî welatî azad bike ji ber ku xweyîkirina wan di zindanê de li dijî qanûnên navneteweyî ye.

  Li gorî rapora IRIB Newsê, Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê roja duşemiyê li civîna bilind a berpirsên dadweriyê wek berteka li hember gotinên  mudaxilekirane yên vê dawiyê yên rayedarên  Koşka Sipî derheq azadiya  sûçkarên emerîkî li Îranê got: Emerîkayê li 38 salên derbasbûyî tim mafên  gelê Îran binpê kiriye û welatiyên bêguneh ên îranî bi tawanên pûç di zindanên xwe de  xweyî kiriye ku eva berûvajiya  qanûn, urf û qanûnên  navneteweyî ye.

 Amoliyê Larîcanî destnîşan kir: Emerîkayê bi mehneyên curbicur destdirêjî kiriye ser malê û milkên  Îranê li  cihên  curbicure cîhanê û mîna  rêgirî û diziyeke  eşkere , zevt kirine.

 Serokê Tşkîlata dadweriyê ya Îranê îdiaya  emerîkiyan li dijî Komara Îslamî ya Îranê bêwate  da zanîn û got : Rayedarên Emerîkayê dixwezin bi quldirî zilmê li gelê welatên curbicure cîhanê ji wan Komara Îslamî ya Îranê bikin.