Tîrmeh 24, 2017 11:26 Asia/Tehran
  • Lihevkirinameya hevkariya Îran û Fransê li warê Hesinrê hat wajokirin

Lihevkirinameya damezirandina Kompaniyeke hevpar a hevkariya li warê Projeyên Hesinrê şeva yekşemiyê di navbera Saziya Berfirekirn û Nûvandina Pêşeyên Îranê (IDRO), Kompaniya ALSTOM`a Fransê û Kompaniya IRIKO`ya Îranê (Kompaniya Geşepêdana Pêşeyên Hesinrêya Îraniyan) va hat wajokirin.

Lihevkirinameya Wajokirî digel Kompaniya ALSTOM`a Frasnayê ji bo beşdariya li warê sermiyandanîn, veguhestina têknolojiyê, berhemanîn û derfirotin û bikaranîna herî pirr a şiyanên navxweyî ye.

Li gorî vê rêketinnameyê, biryar e dawîn têknolojiyên nûjen ên cîhanê bên nav Îranê û di qonaxa sereke da, du hezar Wagonên hewce ji bo Mêtroyê bên dabînkirin.