Tîrmeh 24, 2017 11:24 Asia/Tehran
  • Yekîneya diravê Îranê bû `Tûman`

Li civîna berêvariya Yekşemiyê ya taxima wezîrên Îranê, pêşniyarqanûna Guhertina Qanûna Diravî- Bankî hat pesendkirn. Li ser esasa vê pêşniyarqanûnê, yekîneya diravê fermî yê Îranê, ``Tûman`` û beranberî Deh ``Riyal``ê hat tayînkirin.

Li gorî ragihandina IRNA`yê, dewleta Îranê divê pêşniyara guhertina yekîneya dirêv li çarçova pêşniyarqanûna Banka Navendî ya Îranê, raberî meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bike.

Eger ev pêşniyarqanûn ji aliyê parlementerên Meclisa Şêwraya Îslamî va bê pesendkirin û Konseya Parêzvana Qanûna Bingehîn a Îranê jî wê Erê bike, dê yekîneya diravê fermî yê Îranê bê guhertin.

Niha yekîneya diravê fermî yê Îranê ``Riyal`` e.