Tîrmeh 23, 2017 18:28 Asia/Tehran
  • Wajokirina reşnivîsa hevkariya berevanî- eskerî navbera Îran û Iraqê

Wezîrên berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê li Têhranê, reşnivîsên hevkariya berevanî- eskerî wajo kirin.

Serdar sertîp Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îranê û serleşkir Irfan  El-Hiyalî wezîrê berevaniyê yê Iraqê roja  yekşemiyê li vê reşnivîsê ser hevkariyaên berevanî- eskerî yên du welatan li warên curbicur sekinîn. 

 Berfirehkirina hevkariyan û  guhestina  ezmûnan li rawestana  li ber terorîzm û fanatzîmê, ewlehiya sînoran û piştgiriyên  hîndekariyê, locêstîkî, teknîkî û eskerî ji naveroka bîrnameyên  hevkariya Îran û Iraqê ye. 

  Sedar sertîp Huseyn Dihqan, wezîrê berevanî û piştgiriyê yê hêzên  çekdar ên Îranê piştî wajokirina bîrnama  hevkariyê tev wezîrê berevaniyê yê Iraqê nav koma  nûçegihanan got: Ev   hevhatina hevkariyê bibe  çarçoveyek jibo ehvkariyên  pêşerojê û bingehek jibo berfirehkirina peywendiyên du welatan. 

 Serdar sertpî Dihqan her wiha  bal kişand ser serketinên  vê dawiyê yên artêşê û gelê Iraqê li hember komên  terorîstî û got:Dewama hevkariyên Îran û Iraqê dibe sedema peydabûna van tevgeran li Iraq û navçê. 

 

 Serleşkir Irfan El-HIyalî wezîrê berevaniyê yê Iraqê jî got: Reşnivîsa wajokirî navbera Îran û Iraqê li warê ewlehiyê ye û li gor berjewendiyên  du welatan e.  Wezîrê berevaniyê yê Iraqê roja şemiyê bi taximeke  berevaniyê ser deweta fermî ya wezîrê berevaniyê yê Kmara Îslamî ya Îranê sefera Têhranê kiriye.