Hezîran 28, 2017 19:37 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Zerîf û serokwezîrê Îtalîyayê

Wezîrê karên derve yê Îranê bi serokwezîrê Îtalîyayê re li bara alûgurên herîgirîng ên navçê gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û serokwezîrê Îtalîyayê di hevdîtinekê li bajarê Romê da li bara alûgurên herîgirîng ên navçê gotûbêj kirin.

Her du alîyan tevî hilkolandina rêyên berfirekirin û kûrkirina peywendîyên dualî, li bara alûgurên herîgirîng ên navçeyî û navnetewî qise kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê vê sibê ji Berlîna paytexta Almanê derbasî Roma paytexta Îtalîyayê bû.

Zerîf li yekemîn bernameya karê xwe ya li Romayê, sibeha îro li civîna Konseya Peywendiyên derve ya Ewrûpayê ser navê ECFR`ê, beşdar bû.