Hezîran 28, 2017 19:24 Asia/Tehran
  • Qasimî: Êrişa muhtemel a Amerîkayê ser Sûriyê, wê navçê bêewleh bike

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Êrişa muhtemel a Amerîkayê ser Sûriyê bi mihaneyên pûç, jibilî bêserûberî, bêewlehiya zêdetir a li navçê û alîkariya bo terorîstên ber bi jinavçûnê, wê tunebe.

Behram Qasimî, roja çarşemiyê li berteka li hember gotin û helwêstên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî ku ser navê êrişên pêşîlêgirtinê yên ser Sûriyê bi mihaneya bikaranîna muhtemel a dewleta vî welatî ya çekên kîmyewî, pêk hatiye, ji civaka navneteweyî xwest li dûhat û bandorên vê êrişa muhtemel ku wê rewşa ewlehî û mirovî ya li navçê aloztir bike, bifikirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Li halekê ku eva zêde ji  şeş sal in ku dewleta Sûriyê bi hemî şiyan û berjewendiyên xwe, li halê şerrê dijî terorîsmê ye, raberkirina îdiayên pûç ên wiha, tenê wê bibine sedem ku komên terorîst xurttir bibin û şerrê dijî van koman jî aloztir û lihevaliyayîtir bibe.

Qasimî êrişa mûşekî ya Amerîkayê ser pêgeha hewayî ya El Şeîratê ya Humsê li 7`ê Nîsana 2017`an bi mihaneya bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê Sûriyê ve, bi bîr xist û herwiha got: Piştî vê êrişê, Îran, Rûsye û Sûriye, bi awayekî fermî xwestin ku taximeka peydakirina rastiyan a navneteweyî, jibo lêkolîna îdiayên ku jin aliyê Amerîkayê raber bûne, pêk were lê Waşîmgton û hevgirtiyên wê, jibo pêşîlêgirtina ji aşkerabûna pûçbûna tawanên dijî Sûriyê, nehîştin ku ev yeka serê xwe bigire.Piştî êrişa kîmyayî

Piştî êrişa kîmyayî gumanbar a 4`ê Nîsana 2017`an ser navçeya Xan Şêxûna li Idliba Sûriyê, Amerîkayê 7`ê Nîsanê, pêgeha hewayî ya El Şeîratê li parêzgeha Humsê ku navenda sereke ya şerrê dijî komên terorîstên DAIŞ û Cibhetunusrê li navçê ye, da ber 59 mûşekên Croz`ê (Krûz).