Hezîran 26, 2017 09:22 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Siyaseta Îranê berifekirina zêdetir ji berê ya peywendiyan digel Qeterê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevpeyivîna bi rêya têlêfonê digel mîrê Qeterê, tevî pêgiriya li ser vê yekê ku dewlet û gelê Îranê li kêleka dewlet û gelê Qeterê ne, got: Siyaseta Têhranê berfirekirina zêdetir ji berê ya têkilliyên digel Qeterê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja yekşemiyê li peywendiya têlêfonî digel mîrê Qeterê, şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî, tevî pîrozkirina Cejna Pîroz a Remezanê li wî, got: ``Alîkariya bo abora Qeterê û geşepêdana peywendiyên taybet di navbera beşên ne-dewletî yên du welatan ji armancên hevpar ên Îran û Qeterê ne``.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî diyarkirina hêvîdariya xwe li bara çareserbûna pirsgirêkên navçeyê ji riya gotûbêjê, got: ``Îran ji bo pêkanîna her karekî ku ji bo aramî û tenahiya li navçeyê pêwîst be, amade ye``.

Serokê saziya cihêner a Îranê her wiha tevî rexneya ji dorpêçkirina Qeterê ji aliyê hinek ji welatên erebî va li navçeyê, destnîşan kir: ``Esman, erd û deryaya Îranê wê hertim li ser Qeterê, wek welatekî cînar û bira, vekirî be``.

Mîrê Qeterê, şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî jî li vê gotûbêjê tevî sipasiya ji piştgiriyên dewlet û gelê Îranê ji dewlt û gelê Qeterê, got: ``Perywendiyên Îran û Qeterê hertim peywendiyeke baş bûye û Qeter tevî amadetiya ji bo berfirekirina giştalî ya peywendiyên du welatan, ji bo hevkariya bi armanca çareserkirina pirsgirêkên cîhana îslamê amade ye``.