Rêûrisma Nimêja Cejna Pîroz a Remezanê li seranserî Îranê hat lidarxistin
Hezîran 26, 2017 09:18 Asia/Tehran
Li Îrana îslamî roja duşemiyê, 1`ê Meha Şewalê ya sala 1438`an a Koça Heyvî, wek roja Cejna Pîroz a Remezanê hatiye ragihandin.
Gelê bawermend û Xwedêxwqaz ê Îrana Îslamî di roja Cejna Pîroz a Remezanê da piştî mehekê rojîgirtinê tevlî refên nimêja Cejna Pîroz a Remezanê bûn.
Nimêja Cejna Pîroz a Remezanê bi pêşnimêjiya rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî li Şevistana Nimnêjgeha Îmam Xumêynî (RE) ya Têhranê hat xwendin.
Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê Cejna Pîroz a Remezanê li hemî misilman û azadîxwazên din ên cîhanê pîroz dike.