May 29, 2017 15:58 Asia/Tehran
  • Emîrevdilahîyan: Piştkutana siûdîyan li amerîkîyan ti encamek tine

Hisên Emîrevdilahîyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî pêkutî kir: Eva ku rêjîmên siûdî û binemala xelîfe ya Behrêynê pişta xwe kutane Amerîkayê, ti hasilek jibo wan tineye.

Hisên Emîrevdilahîyan îro li hevdîtina ligel Xalid Qudûmî serokê nivîsgeha HAMAS`ê li Têhranê herwiha li ser dewama piştgirîya giştalî ya Îranê ji gelê mezlûm ê Filistînê sekinî û got: Serketina tam a gelê Filistînê bi tifaqa komên filistînî û berxwedanê  va girêdayî ye û Hizbulaha Libnanê, HAMAS û Cîhada Islamî ya Filistînê xwew li çavê Rêjîma Sîyonîst herimandine.

Hisên Emîrevdilahîyan bal kişand ser liv û tevgerên sergirtî yên Rêjîma Sîyonîst li herêmê û pêkutî kir: Asayîkirina peywendîyên hin welatên ereb ligel rêjîma Israîlê serêxwe nagire û Quds yê qibleya yekem a misilmanên cîhanê bimîne.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî herwiha hewldana jibo pêkanîna hevalbendîya derewîn li herêmê`` pêngavek di çarçova jibîrbirina meseleya Filistînê û Qudsa şerîf`` binav kir û tekez kir ku Filistîn yê ewlewîyeta yekem a cîhana islamê bimîne.

Xalid Qudûmî serokê nivîsgeha HAMAS`ê li Têhranê jî di vê hevdîtinê da bal kişand ser vîya ku HAMAS li belgeya xwe ya nû ji isûlên xwe yên berê paşda neçûye û got: Belgeya nû ya HAMAS`ê ser parastina yekperçetîya axa Filistînê ji Behrê heta Cokê, bifermînasnekirina rêjîma dagirkerê Qudsê wekî qibleya misilman  û vegera hemî aware û koçberên filistînî sekinîye.