May 29, 2017 15:43 Asia/Tehran

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ser dewama berxwedana li hember dagirkeriya Rejîma Siyonîstî tekez kir.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro duşemiyê li civîna  tev nûçegihanên navxweyî û biyanî li bersiva pirsa nûçegihanê IRIB Newsê li beşa dervey sînorî, li bara lidarxistina yekim civîna kabîna Îsraîlê li kêleka dîwarê Nudbeyê û daxwaza tevgera berxwedana  Îslamî ya Filistînê(HAMAS) jibo berteka welatên Îslamî li vê barê got: Helwesta Komara Îslamî ya Îranê li hember dagirkeriya Rejîma Siyonîst naguhere û heya dema ku dagirkerî bidome, dê berxwedan jî bidome.

 Qasimî li bara sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Erebistanê û dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê û got: Sefera Trump bo welatê ku sitargeha terorîzm û tûnd û tûjiyê ye û terorîzmê rewac dide îdiayên wî li bara rawestana li ber terorîzmê batil dike.

 Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, gotinên serokkomarê Emerîkayê şaş û bêrebt dan zanîn û tekez kir: Tawanbarkirina Îranê li bara piştgiriya ji terorîzmê xwelêavêtin e û nayê qebûlkirinê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara alugurên  Sûriyê û cihanîn a plan agairbesê got: Gotûbêjên  sê welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li çarçoveya muzakirên Astanê didome û ger rewşa pêdivî pêk were û hevceyî hebe ku  hin hêz çavdêriya  agirbesê bikin Têhran amade ye ku  ger li hev bikin, hêza bişîne Sûriyê.

Berdevkê wezareta karên derve  ya Îranê li bara  vegeriyan a muhtemel e Qeter ber bi Îranê piştî lidarxistina  civîna  vê dawiyê ya Riyazê jî got: Komara Îslamî ya Îranê tim hewl daye bi zimanê hevaltî û dilovaniyêbi welatên  cînar re biaxive û li hebûn û xalên hevpar ên xwe zêde bike.

 Qasimî tekez kir: Siysaetên  qawetên mezin li navçê tu carî alîkariyê anke bo hevaltî û dilovaniya  navçê û tişta ku li hin welatan didiqewime ji ber vê yekê ye.

Berdevkê wezareta karên derve  ya Îranê li bara kiryarên Rejîma Alê Xelîfe li dijî şêx Îsa Qasim alimê şîe ê behreynî got: Bi dewama vê rewşê,  dê ev welata serê axir serî hilde.

Berdevkê wezareta karên derve  ya Îranê tekez kir: Tişta ku li behreynê diqewime, şermezar û kirêt e û em tewsiyê li dewleta Behreynê dikin ku bila ser hemdê xwe be û rêzê ji bîr û rayên  welatiyên xwe bigre.