May 27, 2017 18:07 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjekî devera Selemasê, çû ber dilovaniya Xwedê

Mamosta mela Seîd Rehber, pêşnimêjekî devera Selemasê, çû ber dilovaniya xwedê.

Mamosta mela Seîd Rehber, pêşnimê mizgevta gundê Melhemê, bi salan pêşnimêjê mizgevta vî gundî bû ku bitaybet li rojên îniyê cimaetek zaf, ji deverên curbicur, xwe digehndin xotbên wî.Rehmetî mela Seîd Rehber, alimekî binavûdeng bû û hertim ciyê baweriya gel û hikûmetê bû û li devera Selmas, Ûrmiye, Gela Xwoyê û Mihabadê û deverên kurdnişîn ên parêzgeha Kurdistanê, bi başî dihat nasîn.Ev mamosteyê birûmet, îro piştî demeka dirêj anexwaşiyê, çû ber dilovaniya xwedê û cimaeteke zaf ji deverên curbicur, îro xwe gihandin gundê Melhenê û li merasima oxirkirina meytê wî beşdar bûn.Televîzyona Seherê ji ber koça dawiyê ya vî mamosteyê hêja serxweşiyê dibêje.