May 27, 2017 16:07 Asia/Tehran
  • Veguhestina cenazên 130 şehîdên Dewrana Berevanîya Pîroz bo Îranê

Cenazên 130 şehîdên Dewrana Berevanîya Pîroz (8 salên êrişa rêjîma Beis a Sedam ser Îranê) ji Ervendkinarê (li başûra rojavaya Îranê) derbasî axa welêt hatin kirin.

Serheng Hisên Êşqî fermandarê biryargeha komîteya lêgerîna bêserûşûnan a hêzên çekdar ên Îranê got: Meytên van şehîdên egît bi rêka rêya avî ya Ervendkinarê va derbasî axa Îrana islamî hatin kirin.

Serheng Hisên Êşqî herwiha got: 18 kes ji şehîdên hanê, ji şehîdên gewas ên opêrasyona Kerbelaya 4`ê ne ku dema şêrr da li grava Um ul Resasê êxsîr hatibûn girtin û hêzên rêjîma Beis a Iraqê destên wan girêdabûn û di vî halî da şehîd kiribûn.

Fermandarê biryargeha komîteya lêgerîna bêserûşûnan a hêzên çekdar ên Îranê herwiha got: Lêgerên vê komîteyê ev meytana meha buhurî li deverên opêrasyonê li parêzgehên Besre û Al Amarê û bajarê Kûtê yê Iraqê peyda kirin.