May 27, 2017 16:06 Asia/Tehran
  • Peyama Rûhanî ya pîrozkirina Remezanê ya jibo serokên welatên islamî

Serokê Komara Islamî ya Îranê di peyamên cida bo serokên welatên islamî da destpêbûna meha bimbarek a Remezanê li wan pîroz kir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê di peyamên cida jibo serokên welatên islamî da tevî prîozkirina meha bimbarek a Remezanê, xwest ku ew li hemberî birêxistina qeyranan ji hêla dijminan va di warê dijberîya li hemberî islamê û tirsandina ji islamê da bisekinin.

Di beşeke peyama Hesen Rûhanî da hatîye: Bê guman li ustîyê hemî serok, zanyar û alimên dînî yên welatên islamî ye ku di vê meha efûkirin û rehmeta ilahî da bi ravekirina armancên bilind ên dînê islamê bi karê xwe û raberkirina wêneyeke zelal ji dînê remhanî, li hemberî karê qirêj ê dijminên islamê di warê birêxistina qeyranan bi hegera dijminatîya li hemberî islamê û tirsandina ji silamê da bisekinin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê hêvî kir: Di vê meha tijî mezinat û bereketê da, hemî misilman ji xêr û bereketên berfire yên Xwedê teala sûdê wergirin û bi alîkarîya zatê pîroz ê ilahî û bi hevkarî, hevdilî û hevgirtinê, bila zêdetir ji berê di çaçrova pêkanîna aştî, aramî û ewlehîyê da û hêvîdarkirina hemî misilmanan jibo pêşerojeke çêtir hewl bidin.

Hesen Rûhanî di dawîya vê peyamê da ji Xwedê teala imkana rojîgirtin, tenduristî û bextewerîyê jibo serokên welatên islamî û misilman xwest.

Îro li Îrana isalmî yekem roja meha bimbarek a Remezanê ye û li gellek welatên din ên cîhanê jî îro yekemîn roja meha bimbarek a Remezanê ye.