Îranê êrişa ser otubûsa xirstiyaniyan li Misrê şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya welatê me buyera terorîstî ya Misrê, mînaka firqeşopiya piştgirîbûyî da zanîn.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Behram Qasimî, berdevk û serokê navenda dîplomasiya giştî û medyayî ya wezareta karên derve, êrişa çekdariyê ser ûtûbûsa hilgirê mesîhiyan li başûrê Misrê mînaka eşkere ya firqeşopiya piştgirîbûyî da zanîn û ev kiryara cinayetkarane bi tindî şermezar kir û bi hemî malbatên goriyan, gel û dewleta Misrê hevderdî kir.
Qasimî bal kişand ser vê yekê ku buyerên mîna teqîna Mençistirê, êrişên endamên DAIŞ`ê û Ebûseyaf li Fîlîpînê, kiryara terorîstî ya li Endûnizyayê, Taylend û gullevaêtina bixwîn li Misrê, hemî li rojên piştî sefera piştgirîdayînê ya serokkomarê Emerîkayê ser Erebistanê cih hatiye û got : Dubarebûna buyerên wiha dikare bibe nîşanek ji xurtbûna firqeşopiya piştgirîbûyî ku rûveka din a wê dikarin li serkutkirin û kuştina li Erebistan û Behreyn û şerê bixwîn li Yemenê bibînin. Berdevkê wezareta karên derve ya Îarnê tekez kir: Kiryarên şanoyî yên vê dawiyê li Riayzê ku ser anvê rawstana li ber terorîzm û fanatîzmê cih hat, di pratîkê de tu encam û wateyek xêncî piştgiriya ji koka belavkirina hizra tekfîrî ya Welabiyetê û bingeh aborî û locêstîkî ya terorîzmê li her derê cîhanê tine bûye û întizra her cure alîkariya bo zêdekirina ewlehiya cîhanê ji rûniştinên wiha batil e.
Qasimî bal kişand ser vê yekê ku encama rasterast a anatîzm û firqeşopiya piştgirîbûyî, rijandina xwîna mirovên bêguneh ji misilman û mesîhî û peyriwên olên din e, berpirsiyariya navneteweyî ya dewletan û rêxistinên cîhanî li hember ewlehiya giştî û rawestana li ber terorîzmê bi bîr xist.
Êrişa çekdariyê ya ser komek ji xiristiyaniyên Misrê li parêzgeha El-Menyayê li başûrê vî welatî, herîkêm 26 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.