May 26, 2017 19:14 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran berûvajiya Erebistanê li dû çareserkirina  siyasî ya qeyrana Sûriyê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Îran berûvajiya Erebistana Siûdî li dû rêçareya siyasî jibo qeyrana Sûriyê ye.

  Muhemed Cewad Zerîf li nivîsarekê li rojnama  Niyoyork Timsê bal kişand ser sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Riyazê û wajokirina  peymana çek û sîlehî yê 110 milyarî navbera  Erebistan û Emerîkayê  û diyar kiriye: Ev peymana  dê ne barê xerca  zêde ji ser milê Waşengtonê rake û ne jî dê destekê bide  ewlehiya demdirêj a Erebistanê wisa ku Emerîka îdia dike.

 Zerîf bal kişand ser vê yekê ku siûdî nikarin heqqê vê peymanê bidin û got : Trump li dû standina bêşê  ji Erebistana Siûdî ye.

 Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir; Rejîma Siûdî li çarçoveya piştgiriya ji Terorîstan li halê şerê li hember artêşê û hêzên gelanî li Yemen û Sûriyê ye ku roleke berbiçav li rawestana li ber DAIŞ û El-Qayidê hene.

 Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir li halekê ku Eebistana siûdî bi milyonan dular perê ji bo tirsandin ji Îranê xerc kiriye jibo xalifandina raya giştî ji ser weşandina îdeolojiya xwe ya şaş yanî Wehabiyetê li cîhanê , îdeolojiya ku grûpên terorîst û tundrew yên wekî El-Qaidê, DAIŞ`ê û her komek din a terorîstî ew girtiye ber xwe û li gor wê ava pêk hatine. Grûpên ku cîhan ji Kiraçiyê heya Mençistirê wêran  kiriye. Li hemberî vê yekê Komara Îslamî ya Îarnê destekê dide goriên terorîzm û fanatîzmê li Iraq û Sûriyê.