May 26, 2017 19:01 Asia/Tehran
  • Meş û rêpîvana gelê Îrana Îslamî jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim

Gelê seranserê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê bi lidarxistian berfireh li şeqamên bajarên curbicure Îranê, piştgiriya xwe ji şêx Îsa Qasim, alimê pilebilind ê Behreynê ragihandin.

Rejîma  Alê Xelîfe, yekşemiya buhurî,ji  şêx Îsa Qasim re salek hewsaeskerî birî û ferman da ku  mal û ilkên wî zevt bikin ku bû sedema  nerazîbûnên gelanî li Behreynê. Hêzên ewlehî û polîsê Behreynê jî dest bi serkutkirina  neraziyan kirin û çend behreynî kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin an girtin.

Li gorî rapora IRIB newsê, gelê seranserê Îrana Îslamî li meş û rêpîvana  roja îniyê bi rakirina wêneyên  şêx Îsa Qasim daxawza azadkirina  vî alimê bi nav û deng û çalakên din ên siyasî yên Behreynê kirin.

 Gelê Îranê, êrişa Rejîam Alê Xelîfe li dijî gelê Behreynê nîşana  fermana  Emerîkayê bo paşayê Behreynê dan aznîn û ew şermezar kirin.

Behreyn ji sala 2011`ê va rastî qeyrana  nerazîtiyên  giştî ji siyasetên  serkutkirane yên Rejîma  Alê Xelîfe  hatiye.