May 24, 2017 09:23 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya salvegera azadkirina Xuremşehrê

Îro çarşemî, 24`ê meha Gulanê hevdem digel 3`ê meha Xordadê, salvegera azadkirina bajarê Xuremşehrê li başûrê rojavaya Îranê di sala 1982`an a Koça Tavî da ye.

Ev roj li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê wek ``Roja Berxwedan, Jixwebihûrîn û Serketinê`` hatiye binavkirin.

Li seranserî salên tijî şanazî yên serdema Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê li dijî Îranê) rojin mezin hatine tomarkirin ku mezinahî û girîngiya wan wê hertim li bîra mirov bimîne û roja 3`ê Xordadê, roja azadkirina bajarê Xuremşehrê li heyama Şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê bi dîktatoriya Sedamê îdambûyî li ser Îranê jî yek ji van şanaziyên serdema heştsalî ya Berevaniya Pîroz e.

Hemaseya azadkirina Xuremşehrê bi hemî berûklayên wê yên leşkerî, hemasî û çandî, xaleke girîng a verçerxanê li dîroka Înqilaba Îslamî ya Îranê ye û vîn û morala dijî serdestîxwaziyê ya gelê Îranê, roja îro bihêztir û qahîmtir ji berê hema wisa di riya geşatiyê da ye.

3`ê Xordadê anku 24`ê Gulanê ne tenê azadkirina Xuremşehrê bi bîr dêxe, belkê cangorîtî û berxwedanên bêhempa yên parêzvanên Îrana Îslamî li hemberî hêêzn destdirêjker e.

Îran û gelê Îranê roja îro careke din bîreweriya azadkirina Xuremşehrê bi bîr tîne û rêzê lê digire û zengilên dibistanan ji bo vê roja mezin lêdikevin û gelê Îrana Îslamî rêzê li vê roja mezin û mayînde li dîroka Îranê digire.