May 22, 2017 18:29 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Rêka hêz û şîyanê ne çek e û ne jî çêkirina çekan

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Rêka hêz û şîyanê ne çek e û ne jî çêkirina çekan. Esasa hêza netewî pişkdarîya gel li hilbijartinan e.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê îro li yekemîn civîna rojnamevanîyê ya ligel mêdyayên navxweyî û bîyanî piştî serketina li hilbijartinên serokomarîya Îranê, di bersiva nûçegihanekî da li bara peymana çekan a Amerîka û Erebistanê got: Rêya hêz û şîyanê çek û çêkirina çekan nîne, esasa hêzên pişkdarîya gel li hilbijartinan e. Rûhanî herwiha got: Donald Trump serokomarê Amerîkayê demekê hat herêmê ku Rojhilata Navînê şehedê pişkdarîya 45 milyon kes ji gelê Îranê li hilbijartinan bû. Wî herwiha got: Erebistanê berî vîya jî di dewrana şerê Iraqê dijî Îranê da bayê sed milyard dolarî çek û rext kirrîn û dan ber destê Sedam û encama vî karî dît.

Serokê Komara Islamî ya Îranê ``hevgirtina netewî û gotûbêja navnetewî`` peyama hilbijartina roja înî 19`ê Gulanê zanî û got: Pişkdarîya 45 milyon kes ji gelê Îranê li hilbijartinê, pişkdarîyeke bêmînak li dîroka Îranê bû, gel bi vê pişkdarî û hilbijartinê xwest bêje ku li Îranê pirrcûrî bi fermî hatîye naskirinê.

Rûhanî bi gotina vîya ku gelê Îranê dengê xwe daye yêketî, hevsengî, danûistandin, navînrêtî û maqlûbûnê, dîyar kir: Gelê Îranê ji gelên herêmê re ragihand ku yê li rex wan be û têrorîsmê kokbirr bike û istiqrarê bizvirîne navçê.

Wî herwiha bi gotina vîya ku sermayedanîna li Îranê di bin sîya ewlehî û aramîyê da bi saya danûistandina kêrhatî ligel cîhanê pêkan e, bibîr xist: Gelê Îranê ji xelkê cîhanê re ragihandîye ku amade ye bi rêzgirtina dualî û anegorî berjewendîyên hevpar danûistandinê bike.

Serokomarê Îranê herwiha got: Hevgirtina netewî û yekdengî li Îranê heta niha bi saya rênimûnîya rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bûye sedema serketinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir: Îran xwazyarê danûistandina ligel welatên cîhanê bûye û pêşketina navçê û cîhanê bêyî hevdengî û jîyana bihevre ya aştîyane pêkan nîne.