Nîsan 27, 2017 09:02 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên sînorvan ên Îranê giheşte 10 kesî

Hejmara şehîdên êrişa têrorîstî ya li Mîrcavê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li sînorê Îran û Pakistanê giheşte 10 kesan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehr`ê, 10 hêzên parêzvanê sînor li devera Mîrcavê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dema gerrîna çavdêrîyê ketin kemîna ku têrorîstan li sînorê Îran û Pakistanê danîbûn û şehîd bûn.

Di encama vê êrişa têrorîstî da ku koma tekfîrî ya Ceyşuledlê berpirsîya wê da ustîyê 8 hêzên sînorparêz ên Komara Islamî ya Îranê li cihê bûyerê şehîd bûn û 2 kes jî piştî veguhestina bo nexweşxanê şehîd bûn.

Serdar Seîd Muntezir ul Mehdî berdevkê hêzên parastina ewlehîya bajêran ên Komara Islamî ya Îranê şeva çûyî ragihand ku gulle ji axa Pakistanê va hatin avêtinê û pêkutî kir, berpirsîya vê kiryara têrorîstî li ustîyê dewleta Pakistanê ye.

Muwehêdî-Rad dozgerê giştî û inqilabê yê Zahidanê (navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê) jî şehîbûna 10 hêzên sînorparêz ên Komara Islamî ya Îranê piştrast kir û got: Tê gotin rewşa tenha kesê birîndar ê vê êrişê jî xedar e.

Wî herwiha got: Hêzên sînorparêz û Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê bûyerê hildikolin û dişopînin.