Nîsan 26, 2017 19:54 Asia/Tehran
  • Lidarxistina  hilbijartinên serokkomariya Îranê li 103 welatan

Hesen Qeşqawî got :Li 103 welatan û li 132 nuneratiyên Îranê li derveyî welêt ji wan li balyozxaneyên Îranê û serkonsûlgeriyên hilbijartinên serokkomariyê were lidarxistin.

 Li gorî rapora ISNA`yê, alîkarê konsûlî, parlemanî û karûbarên îraniyên dervey welêt, wezîrê karên derve  vê sibê  roja çarşemiyê li civîneke  rojnamevaniyê li wezareta  derve  bi ragihandina  nûça hanê got : Sercem ji ber texmînan û temhîdên  berçavgirtî, me dê 279 navendên dengwergirtinê li dervey welêt  hebin.

 Hesen Qeşqawî li dewamê bal kişand ser vê yekê ku  Îran û Kanada niha  bi hev re peywendiya dîplomatîkî tine ne û got : Ji hêla din ve herîkêm 400 hezar îranî li vî welatî jiyan dikin û ji ber nebûna van peywendiyan heya niha me nekariye  rewşê jibo lidarxistina  hilbijartinên  serokkomariyê li vî welatî xweş bikin.

  Wî li vê çarçoveyê got : Li çarçoveya hewldanên xwe jibo amadekirina  vê rewşê ku  welatiyên îarnî li Kanadayê bikaribin li hilbijartina serokkomariyê beşdar bibin me reşnivîseke  fermî li vê barê daye  balyozxana  Kanadayê li Niyoyorkê û hevkarên me li nuneratiya  Îranê li NY hewl didin da ku şêwirîn û gotûbêjên xwe bi balyozxana  Kanadayê li Niyoyorkê li vê li vê barê bighêje encamê.

  Wî her wiha diyar kir: Li vê reşnivîsa fremî me ji dewleta Kanadayê daxwaz kiriye ku  bi hurmeta demokrasî û mafê welatîbûnê vê derfetê pêk bîne ku  welatiyên îranî li Kanadayê bikaribin li hilbijartinên serokkomariyê beşdar bibin û dengê xwe bidin berbijarê xwe .

 Qeşqawî her wiha bal kişand ser vê yekê ku şêwirîn û gotûbêjên  me tev dewleta Kanadayê li vê barê didome û ragihand: Me dê 30 sindûqên dengan li bajarên  curbicure Emerîkayê hebe da ku welatiyên  Îranê li Kanadayê bikarbin beşdarî hilbijartinê bibin.

 Wî got : Li Îmaratê, 19 navendên  denggirtinê û li Brîtanyayê 12 anvendên  dengirtinê dê bên damezrandin.