Nîsan 26, 2017 18:26 Asia/Tehran
  • Tekezkirina wezîrên berevaniyê yên Îranê û Birazîlê ser berfirehkirina hevkariyan

Wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Zirûfên pir baş û pêkan li warên curbicur jibo berfirehkirina hevkariya navbera Îran û Birazîlê heye.

 Li gorî rapora  IRNA`yê,  Serdar sertîp pasdar Huseyn Dihqan, wezîrê berevaniyê yê Îranê roja çarşemiyê li kêleka  şeşim civîna  ewlehiya navneteweyî li Moskowayê tev Raol Pênîto wezîrê berevaniyê yê Brazîlê hevdîtin û gotûbêj kir.

  Serdar Huseyn Dihqan li hevdîtina  tev hevtayê xwe yê Birazîlî tevî hilkolandina  peywendiyên  dualî, navçeyî û navneteweyî yên du welatan ji rola kêrhatî ya Brazîlê li muadilên navçeyî û cîhanî  û her wiha helwestên erênî yên vî welatî li warê piştgiriya ji xebatên  bi aşitî yên bernama  navokî ya Îranê qedrzanî kir.

 Wezîrê berevaniyê yê Îranê hr wiha  ser pêwîstiya  behre wergirtina ji derfetên  hevdengî û hevkariya  du welatan li beşên  curbicur tekeze kir.

 Raol Pênîto wezîrê berevaniyê yê Birazîlê jî li vê hevdîtinê ser jordebirina  asta hevkariyên du welatan li hemî waran, daxwaza guhestina  lêzanînan û ezmûnên Îran û Birazîlê li rawestana cidî li ber terorîzmê kir.

Civîna  navneteweyî ya ewlehiya Mskowayê ji îro çarşemiyê destpê bû.

Hilkolandina  liv û tevgerên  tekfîrî û terorîzm li Sûriyê û Yemenê û berfirehkirina  wê li navçê û alugurên  nû yên  Rojhilata Navîn û cîhanê ji wan mêhwerên  civîna navneteweyî ya Moskowayê ye .