Yekemîn civîna hevpar a Îranê û koma 5+1`ê li ser hevkariyên aştiyane yên navokî
Yekemîn civîna taxima karzaniyê ya Îranê û welatên 5+1`ê û nûnerên Yekîtiya Ewrûpayê bi mijara Hevkariyên aştiyane yên navokî, îro çarşemiyê li Viyenayê hate lidarxistin.
Li gorî rapora koma siyaseta derveyî ya Ajansa nûçeyan a FARS, yekemîn civîna taxima karzaniyê ya Îranê bi welatên 5+1`ê û nûnerên Yekîtiya Ewrûpayê bi mijara Hevkariyên aştiyane yên navokî, li gorî pêveka sêyemîn a LIhevkirina Navokî, îro çarşemiyê li Viyenayê hate lidarxistin.
hin birêvebirên Saziya Enerjiya Atomê ya welatê me û hin karzanên ji wezareta karên derve di vê civînê de li taxima îranî bûn.
Eva yekemîn civîna hevpar a hemî endamên Lihevkirina Navokî têkildarî mijara hevkariyên aştiyane yên navokî bû ku bi armanca nirxandina asta niha ya van hevkariyan û çawaniya zêdekirin û baştirkirina wan hate lidarxistin.
Di vê civînê de rewşa herî dawîn a hevkariyên cihhatî, peymanên ku hatine girêdan û projeyên ku cih hatine û yên ku di vî warî de tên cihanîn, ji dema cihhatina Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û aliyên hember, ji ber çavan re hatin derbaskirin.
Ev proje û hevkarî di warên wekî ewlehiya navokî, hevkariya zêdetri bi Îranê re di warê navneteweyî de li mijarên têkildarê enerjiya navokî, hevkariyên perwerdehî û lêkolînê, hevkariya di warê hêzgehên navokî de, mijara berhemanîna ardûyê, mijarên li ser pizişkiya navokî û hwd bûne.
Taximên Îranê û welatên din di vê civînê de riyên zêdekirina hevkariyan û projeyên taybet ên ku hes dikin raber kirin û rêbazên hevkariya zêdetir a di van waran de hilkolandin.