Nîsan 26, 2017 17:42 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrên berevaniya Îran, Rûsye û Tirkiye li Moskovayê

Ajanseka nûçeyan a Rûsyayê ragihand ku wezîrên berevaniyê yên Îran, Rûsye û Tirkiye wê li Moskovayê bi hev re hevdîtinê pêk bînin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Ajansa nûçeyan a Întêrfaks  a Rûsyê ji zarê çavkaniyeka agehdar ji hevdîtina wezîrên berevaniyê yên Îran, Rûsye û Tirkiyê li Moskobvayê agahî da.

Li gorî rapora ISNA`yê, Hisên Dêhqan, wezîrê berevaniya Komara Îslamiya Îranê ku li ser vexwendina fermî ya ertêşbod Sêrgêy Şoygo, wezîrê berevaniya federasyona Rûsyê seredana vî welatî kiriye, li civîna pirsgirêkên ewlehiya navneteweyî û derfetên serûberiya nû ya navçeyî, axivî.