Balyozê nû yê Komara Îslamî ya Îranê gihêşt Sûriyê
Cewad Turkabadî balyozê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê gihêşt Şama paytexta vî welatî.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, Cewad Turkabadî ku bûye cîgirê Muhemedriza Şêybanî balyozê berê yê Îranê li Sûriyê, ji aliyê berpirsên îranî û sûrî li Şamê hat pêşewazîkirin.
Rîma Qadirî wezîra karên civakî ya Sûriyê bi amadebûna li balefirgeha Şamê ji balyozê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê pêşewazî kir.
Turkabadî pêştir çar salan balyozê Îranê li Sûdanê bû û balyozê Îranê li Behreynê û Nîcerê û kardarê Komara Îslamî ya Îranê li Kuweyt ji postên din ên Cewad Tirabadî li wezareta karên derve ya Îranê bûye.
Komara Îslamî ya Îranê li kêleka mêhwera berxwedanê rola giring li şerê li hember terorîzma tekfîrî li Sûriyê heye. Komara îslamî ya Îarnê ser daxwaza dewleta Beşar Esed serokkomarê Sûriyê alîkariya misteşarî dide vî welatî.