Nîsan 25, 2017 19:55 Asia/Tehran
  • Sertîp Dêhqan: Wê biryarên Amerîkayê dûhatên ku nayên kontrolkirin bi xwe re hebin

Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Îranê, li bara siyaseta Waşîngtonê li hember alûgorên navçeya Rojhilata Navînê, got: Dubarebûna biryarên berê yên Amerîkayê ku bi caran hatine ceribandin, pêkan e ku li dewra nû ya serokomariya vî welatî hin dûhatên ku nayên kontrolkirin bi xwe re hebin.

Serdar sertîp Hisên Dêhqan, wezîrê berevaniya Îranê ku li ser vexwendina fermî ya Sêrgêy Şoygo (Sergey Shoygu), wezîrê berevaniya Rûsyê, jibo beşdariya li şeşemîn civîna ewlehiyê û gotûbêja bi hejmarek ji hevtûşên xwe, roja sêşemiyê derbasî Moskovayê bû,herwiha li koma nûçegîhan got: Li civîna ewlehiyê yê Moskovayê, wê alûgorên ku vê dawiyê li Rojhilata Navînê û navçeyên din ên cîhanê pêk hatine û mijara rewşa saybêriyê were hilkolandin.

Serdar sertîp Dêhqan herwiha got: Tevgera tekfîrî û terorîsma li Sûriye, Yemen û navçeyên din ên Rojhilata Navînê jî li destûra xebatê da cih girtiye û wê ev mesele jî raber bibin ta ku em bigihîjin fêmkirin û helwêsteka hevpar jibo hevkariya jibo çareserkirina pirsgirêkan.

Wezîrê berevaniya Îranê, herwiha li bara mijarên duyemîn civîna hevpar a bi Sêrgêy Şoygo û Imad Fehed El Casim El Ferîc, wezîrên berevaniyê yên Rûsye û Sûriyê li kêleka civîna ewlehiyê ya Moskovayê destnîşan kir: Li gotûbêjên sêalî, wê mesele û mijarên curbicur û alûgorên Sûriyê ji wan şerê dijî terorîsmê tên hilkolandin ta ku encama gotûbêjan li ser qazanca sûriyan be û bibe sedema rêçareya sûrî- sûrî.

Serdar sertîp Dêhqan ji bilî beşdarî û axiftina li civîna navneteweyî ya ewlehiyê li Moskovayê ku wê ji sibê çarşemiyê va bi beşdariya nêzî 700 beşdaran ji wan endamên taximên nûneratiyê ji nêzî 80 welatan, 25 sergêrên taximan li asta wezîrên berevaniyê, serokerkanên giştî yên hêzên çekdar û qumandeyên payebilind ên leşkerî dest pê bibe,wê bi hejmarek ji hevtûşên xwe re hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.