Cejn û şayiyên îraniyan ji ber hilketina salroja Mebesa pêxemberê hêja yê Îslamê (S)
Li şeva mebesa (pêxemberiya) pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muemedê Mustefa (S) gelê Îrana Îslamî li her gund û bajarekê merasimên cejn û çayiyê bi rê xistin.
Li gor rapora IRIB Newsê li bajarên pîroz ên wek Meşhed û Qomê li şeva mebesa pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muemedê Mustefa (S) evîndarên ehlê beyta îsmet û teharetê li heremên Îmamê Heştem Hz. Reza (s) û Hz. Fatimeya Mesûme (s) her der bi lamp û çirayên rengîn xemlandibûn û ev roja mumbarek li hev pîroz kirin û merasimên bi coş ên cejn û şayiyê bi rê xistin.
Herwiha bi vê minasibetê şeva çûyî li mizgevt û heyetên mezhebî û îmamzadeyên deverên curbicur ên Îrana Îslamî jî merasimên cejn û çayiyê bi rê ketin û evîndarên ehlêbeytê, beşdarên van cejnan bi şêrinî û şerbetê kirin mêvan.
Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê jî hilketina mebesa pêxmberê hêja yê Îslamê Hz. Muemedê Mustefa (S) li gişt misilmanên cîhanê pîroz dike.