Nîsan 24, 2017 08:02 Asia/Tehran
  • Navkişandina bernameyên radyoyî û têlêvîziyonî yên hilbijartina serokomartiya Îranê

Navkişandina (Çîtik) qalmeqal û dema weşandina bernameyên berendamên duwazdehemîn dora hilbijartina serokomartiya Îranê li kanalên cûrbicûr ên Saziya Radyo û Têlêvîziyona Îranê bi amadebûna nûnerên wan li vê saziyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li vê merasimê ku êvara yekşemiyê bi awayê zindî ji kanala 1`ê, kanala Xeberê û Radyo Îranê hat weşandin, dem û roja weşandina bernameyên şeş berendamên serokomartiyê li kanalên Radyo û Têlêvîziyonê, çi bernameyên zindî û çi yên qeydkirî hat diyarkirin.

Li gorî vê raporê, bernameyên berendaman ji 26`ê Nîsanê va heta 17`ê Gulana 2017`an wê ji Radyo û Têlêvîziyonê bên weşandin.

Sê qalmeqal an gotûbêjên rûderrû yên şeşkesî bi awayê zindî jî rojên 28`ê Nîsanê, 5 û 12`ê Gulanê li beşên civakî-aborî, siyasî û aborî werin lidarxistin.

Li ser esasa vê raporê, ji bo her berendamê hilbijartina serokomartiyê bi awayê taybet, 555 deyqe bernameya radyoyî û 555 deyqe bernameya têlêvîziyonî hatiye berçavgirtin.

Her viha bi berçavgirtina dema sê qalmeqalên şeşkesî ji bo her berendamî, dema terxankirî ji bo her berendamê hilbijartina serokomartiyê dê ji 1110 deyqeyî heta 1470 deyqeyî bê zêdekirin.

Ebdulelî Elî Eskerî, serokê saziya Radyo û Têlêvîziyona Îranê li vê merasimê li axaftinekê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku stratijî  û rêça mêdyaya neteweyî li hilbijartinê, bêalîtî û edaleta mêdyayî ye, got: Vê saziyê hemî îmkanên xwe ji bo nasandina berendamên serokomartyiyê bo gelê Îranê xistine tevgerê.

Hucet ul-islam wel-muslimîn Mihemed Cefer Muntezirî dozgerê giştî yê Îranê jî li vê merasimê li axaftinekê got: Girîngiya hilbijartina serokomartiyê li viya ye ku gelê Îranê dixwaze cihênerê herî derecebilind ê welatê xwe bo heyama çar salan bibijêre.

Muntezirî tevî şîreta li berendamên hilbijartinê ji bo berçavgirtina qanûn û xalên exlaqî-îslamî li hilbijartinê, got: Çaverêtiya ji hemî berendaman heye ku li hemî bernameyên cûrbicûr û cihêreng ên propagandayî, xalên ku rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kirine, berçav bigirin.

Li gorî daxûyaniya erkantiya hilbijartina Îranê, ``Seyd Mistefa Aqa Mîr Selîm``, ``Ishaq Cehnagîrî Koşayî``, ``Hesen Rûhanî``, ``Seyd Îbrahîm Reîsî Sadatî``, ``Mihemed Baqir Qalîbaf`` û ``Seyd Mistefa Haşimî Teba``, şeş berendamên hêjatiya wan piştrastbûyî ji bo hilbijartina duwazdehemîn dora serokomartiya Îranê ne.

Hilbijartina duwazdehemîn dora serokomartiya Îranê hevdem digel dora pêncan a hilbijartina Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran roja 19`ê Gulanê li seranserî welêt tê lidarxistin.