Adar 26, 2017 10:41 Asia/Tehran
  • Cezayirî: Bila Amerîka zêde ji berê reftarê gemiyên xwe li Kendava Farsê kuntrol bike

Berdevkê derecebilind ê hêzên çekdar ên Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir; Bila Amerîka zêde ji berê reftarê gemiyên xwe li Kendava Farsê kuntrol bike û çavdêriyê ser wan bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê , Serdar Sertîp Pasdar seyîd Mesûd Cezayirî berdevkê derecebilind ê hêzên çekdar ên Komara îslamî ya Îranê  li gotinên xwe ragihand; Van rojana bingehên nûçan yên amerîkî hin nûçan belav dikin û îdiayê dikin ku reftara gemiyên Îranê li nav avên Kendava Farsê dîplomatîk nîne; Lê eva tiştekî nerast e.

Serdar Sertîp Pasdar seyîd Mesûd Cezayirî destnîşan kir; Nûçên wiha ku bingehên amerîkî belav dikin ji ber raporên şaş û bi xerez belav dibin.

Berdevkê derecebilind ê hêzên çekdar ên Komara îslamî ya Îranê ragihand; Berpirsyariya her cure nearamiyekê li Kendava Farsê li ustiyê amerîkiyan e; Loma em dîsa jî hişyariyê didin amerîkiyan ku pêwîst e eskerên wan li nav Kendava Farsê reftarên xwe biguherînin.

Pêştir jî qumandeyê tîpa 112`ê ya Zolfeqarê li navçeya 1`ê ya hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li bara reftara nedirust a gemiyeke amerîkî li Kendava Farsê hişyarî dabû.

Navsalarê sisyan, Pasdar Mêhdî Haşimî li bara nûçeyên nedirust ku ji aliyê amerîkiyan li vê barê belav dibin, got: Piştî ku hinek ji gemiyên şêrr ên hêzxurtên navnetewî bi curekî neqanûnî ketine nav Kendava Farsê û Tengava Hurmizê, li 14`ê Sibatê gemiyeke amerîkî nîzikî gemiyên îranî bû û hişyariya hêzên deryayî ya Îranê berçav negirt.