Adar 26, 2017 07:30 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Parêzgeha Kurdistanê keleha qahîm a parastina Îranê li hemberî dijminan bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê parêzgeha Kurdistanê wek keleha qahîm a parastina Îranê li hemberî dijminan da zanîn.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya şemiyê li civînekê digel komeke ciwan û bijardeyên parêzgeha Kurdistanê tevî pêgiriya li ser viya ku cûrbicûrî û cihêrengiya etnîkî ne gefa ewlehiyê belkê afirînera ewlehiyê û sebeba mezinahî û serdestiya Îrana Îslamî ye, got: Dewlet bi hêz û şiyan wê riya yekîtî, hevdilî û geşepêdana Îranê bidomîne.

Rûhanî her wiha got: Hesinriya parêzgeha Kurdistanê divê bigihêje sînorên rojavayî û ji Iraq û Sûriyê heta Deryaya Sipî were domandin û Kurdistan dikare xeleka girêdana hesinriya Îranê bi Deryaya Sipî be.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha potansiyêl û feraseta zêde ya mirovî wek sermiyana herî girîng a parêzgeha Kurdistanê da zanîn û destnîşan kir: Roja îro rewş ji bo geşepêdana zêdetir a vê parêzgehê amade ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê li sefereke yekrojî bo parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê, 21 projeyên girîng vekirin û destpêbûna opêrasiyona sê projeyên girîng ragihand.