Adar 23, 2017 15:19 Asia/Tehran
  • Îranê kiryara têrorîstî ya li Londonê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê kiryara têrorîstî ya li Londonê şermezar kir.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Behram Qasimî xwe şirîkê xema malbatên gorî û zîyandîtîyên bûyera têrorîst ya li Londonê zanî û ji hemî welatan xwest ku bi şiklê hevalbendîyê, bi dil û can û berfire di asta navnetewî da û bi vîyaneke cidî tevlî têkoşîna dijî têrorîsmê bibin.

Qasimî herwiha got: Îran wekî welatê pêşnegê têkoşîna l idijî têrorîsmê ser vê bawerê ye, heta dema ku hevalbendîyên nekêrhatî, bêbandor û nimayişî li têkoşîna dijî têrorîsmê di astên navnetewî û navçeyî da û herwiha pîvanên durû yên welatên rojavayî li têkoşîna dijî vê dîyardeya şûm û neinsanî hebin, tu welatek nikare xwe li hemberî têrorîsmê û têrorîstan parastî bizane.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Têrorîsm idî erdnigarî û sînoran nas nake û jibo birrîna rîşeyên vê dîyardeya şûm û binefret divê rêyên şandina sîleh û alavan bo têrorîstan bên birrînê û pêşîya piştgirîyên madî û meinewî bo welat û komên berbelavkerê fikrên têrorîstî û tekfîrî bê girtinê.

Fermandetîya polîsên têkoşîna dijî têrorîsmê ya Ingilîsê êrişa têrorîstî ya duh danê êvarê li Londonê got: Di encama vê bûyerê da herîkêm 5 kes hatin kuştinê û 20 kes jî birîndar bûn.