Adar 23, 2017 14:15 Asia/Tehran
  • Daxwaza Zerîf ya tevlîbûna li fikra `` cîhan li dijî şîdet û tundrêtîyê``

Wezîrê karên derve yê Îranê xwest ku her kes tevlî fikra ``cehan li dijî şîdet û tundrevîyê`` bibe.

Li gorî rpora malpera ragihandinê ya dewleta Komara Islamî ya Îranê, Mihemedcewad Zerîf tevî weşandina vê daxwazê bi rêya Tiwîttera xwe, pêkutî kir: Cejna sersalê û sala nû û dubarebûna biharê bi dubarebûn û nûbûna hêvîyê jibo zarokên sûrî û yemenî bê lidarxistinê.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li axavtina xwe li 68`emîn civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê di sala 2013`ê da fikra `` cîhan li dijî şîdet û tundrêtîyê`` hilêxist.

Ev pêşnîyara Rûhanî pêrgî pêşwazîya civaka navnetewî bû û bi dû wê, Civata Giştî biryarnameyek da û ji sêkrêtêrê giştî yê NY hat xwestinê ku hemî şîyana xwe jibo berbelavkirina vê fikir û pêşnîyarê bikar bîne.