Adar 23, 2017 11:21 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bi rênîşanderîya rêberê giranqedir ê inqilabê û piştgirîya gel, komploya dorpêçkirina Îranê, hat şikandinê

Serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li hevdîtina ligel hejmarek ji ciwan û bijareyên çandî, sîyasî, aborî, zanistî û civakî yên parêzgeha Xorasana Başûr li rojhilata welêt got: Bi rênîşanderîya rêberê giranqedir ê inqilabê û piştgirîya gelê, komploya dorpêçkirina Îranê, hat şikandinê.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vîya ku berê Îran bi derew li Konseya Ewlehîyê ya NY, wekî gefa dijî ewlehî û aştîya cehanî dihat naskirinê û wan ser bingeha vê derewê, biryarname û boykotên zef li dijî gelê Îranê sepandin û got: Îro rojê heman Konseya Ewlehîyê pêkutîyê dike Îran welatek e ku divê bi wî re di hemî waran da heta li warê têknolojîya navokî hevkarî bê kirinê.

Rûhanî herwiha bal kişand ser sala 1396 ku ji alîyê rêberê giranqedir ê inqilabê va wekî sala `` aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û karkirinê`` û got: Heke em dixwazin rûmeta Îranê jorda bibin, divê em di çarçova berfirekirina karkirinê û amadekirina jêrxanan û kişandina bala sermayedaneran da hewl bidin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku Xwedê teala çavkanî û ferasetên baş pêşkêşî Îranê kirine, dîyar kir: Sala 1396`ê yê sala berhemanîn, karkirin, hevdilî, hevgirtin û pişkdarî û amadebûna sîyasî ya pirrcoş a gel jibo kifşkirina çarenûsa welatê xwe be.

Rûhan bi gotina vîya ku em ê di sala nû da jibo cara yekem li meydana Parsa Cinûbî (li başûra welêt) li warê rakirina gazê li pêş welatên din bikevin û eva serfirazî û rûmetek jibo gelê Îranê ye, dîyar kir: Heke em bikaribin mafên gel baş biparêzin, me wê demê karîye rûmeta gelê Îranê jorda bibin.

Hesen Rûhanî duh danê sibê di çarçova seredaneke yekrojî da bi merema vekirin û sûdwergirtina ji çend projeyên avedankirin û berhemanînê, giheşte parêzgeha Xorasana Başûr li rojhilata welêt.