Adar 22, 2017 19:59 Asia/Tehran
  • Destpêbûna sûdwergirtin a damezirandina hevgav a 15 projeyên avedankirinê li Xorasana Başûr

Sûdwergirtin an destpêbûna cihanîna 15 projeyên girîng ên avedankirin, aborî û jêrxanî li parêzgeha Xorasana başûr bi merasimekê bi fermana serokê Komara Islamî ya Îranê û bi rêka vîdokonfiransê, pêk hat.

Li gorî rapora malpera ragihandinê, Hesen Rûhanî îro bi rêka vîdokonfransê li merasima destpêbûna sûdwergirtina ji depoya nifta Bîrcendê li ser girînmgîya zimhêra berhemên niftê jibo Îranê nemaze li beşa derfirotinê sekinî.

Serokê Komara Islamîya Îranê herwiha got: Damezirandina depoyên bi vî rengî dikare bibe sedema pêbawerîya gel, pêşsazan û sekinîna li hemberî qaçaxê. Bîjen Zengene wezîrê nifta Îranê jî li vê merasimê pişkdar bû.

Armanca herî girîng a damezirandina vê depoyê ku dikare 105 milyon lîtir niftê li erdeke nêzî 25 doniman zimhêr bike, girîngzanîna derfirotina berhemên niftê ji parêzgeha Xorasana Başûr bo Efganistanê ye.

Yek ji projeyên girîng vekirina werzişgeha 15 hezar kesî ya Bîrcendê ye ku bi amadebûna wezîrê werziş û ciwanan û bi destê Hesen Rûhanî bi rêka vîdokonfiransê hat vekirinê. Ev projeya di sala 2006`an da destpê bibû.

Li gorî vê raporê, sûdwergirtina ji 13 projeyên din ên warên çandî û aborî ji wan şebekeyên gîhandina avê, gîhandina ceryanê û gîhandina gazê li gorî fermana serokomarê Îranê destpê bû yan damezirandina wan destpê bû.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê bi merema vekirin û birêxistina çend projeyên avedankirin û berhemanînê derbasî parêzgeha Xorasana Bşûr li rojhilata welêt bû.