Adar 22, 2017 15:49 Asia/Tehran
  • Birêxistina karistana simîtê ya Baqêran a parêzgeha Xorasana Başûr bi amadebûna Rûhanî

Serokê Komara Islamî ya Îranê îro li seredana xwe ya parêzgeha Xorasana Başûr li rojhilata welêt, karistana simîtê ya Baqêran li bajarê Dermîyanê vekir û bi vî awayî sûdwergirtina ji vê karistanê destpê bû.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rûhanî dema seredana pişkên curbicur ên karistana berhemanîna simîtê ya Baqêranê, rêvebir û endazyarên vê karistanê karûbarên vê navendê ji wî re rave û şirove kirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha çû nav koma karkerên vê karistanê û bi wan re axivî.

Karistana simîtê ya Baqêran wekî proja aborîyê ya herî mezin û herî girîng a parêzgeha Xorasana Başûr di salê da dikare milyonek ton simîtên Portland-1 û Portland-2 û Pozolanîyê berhem bîne.

350 kes bi awayekî rasterast li vê karistanê dixebitin û bi saya vê karistanê jibo nêzî 2 hezar kesî jî derfeta nerasterast a karkirinê saz bûye.