Adar 22, 2017 15:37 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gotinên rêvekir ên rêberê giranqedir ê inqilabê bûn sedema dilgermbûna çalakên aborîyê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li nameyekê jibo rêberê giranqedir ê inqilabê, tevî girtina qedrê gotinên rêvekir ên wî yên di yekem roja sala nû da ku bûn sedema dilgermbûna çalakên aborîyê, pêkutî kir: Yekem civîna desteya wezîran di sala nû da yê jibo parvekirina karê netewî yê jibo pêşdaçûna li warê berhemanîna navxweyî zêdekirina karkirinê bê terxankirinê.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li vê nameyê got: Bê guman piştgirîya berdewam a rêberê giranqedir ê inqilabê ku dikare bingeha sereke ya hevdengîya hemî sazî û dezgehan li nizama Îranê be, sermîyana giranbuha ya dezgehên berpirsê aborîyê li dewletê ye ta ku hewldana xwe zêde bikin û pêşdaçûn û geşatîya berhemanîna netewî mayinde û misoger bikin û bi leza di warê pêkanîna derfetên karkirinê da, jibo hejmara zêde ya ciwanên bi dû karkirinê ne, derfetên karkirinê dabîn bikin.

Rûhanî herwiha got: Ez piştrast im ku bi bawerîya kûr a dewleta Îranê li sîaysetên aborîya ser bingeha berxwedanê, ku bûn sedema geşatîya berbiçav di warê berhemanîna navxweyî da û pêşketina derfirotina berhemên neniftî ji derkirrînê û pêkanîna bêmînak a derfetên karkirinê û bi hevdengîya zêdetir di atmosfera hiqûqî, çandî û rêvebirîyê ya nizama Îranê ku bi rênimûnîyên zelal ên rêberê giranqedir ê inqilabê di Newroza îsal da yê hasil bibe, yê dewsa kêmasîyan bê tijîkirinê û destkevtên berbiçavtir li warê karkirina ciwanan û debara jîyana çîn û qatên kêmderhat bidest bikevin û bi vî awayî yê karnama tijî şanazî ya nizama Îranê geştir bikin.