Adar 22, 2017 10:42 Asia/Tehran
  • Rawêjkarîya fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê ligel hevtûşên xwe yên asyayî û ewropî li Malezîyê

Fermandeyê hêza deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê li rex nîşengeha navnetewî ya Hewayî û Deryayî ya Lenkavî ya Malêzîyê (Lima 2017), ligel hevtûşên xwe û desteyên pilebilind ên leşkerî yên çend welatên asyayî û ewropî hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, emîr deryavan (Admîral) Hebîbulah Seyarî li rex merasima vekirina vê nîangeha navnetewî ku yê 5 rojan vekirî be, bi Hişamedîn Hisên wezîrê berevanîyê yê Malêzîyê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Deryavan Seyarî ku roja yekşemê jibo pişkdarîya li vê nîşangehê û civînên rex wê giheşte Malêzîyê herwiha li Lenkavîyê bi Raca Mihemed Efendî Raca Mihemed Nûr fermandeyê gişt artêşa Malêzîyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê herwiha di yekemîn roja vê nîşangehê da li rex wê bi desteya bilind a deryayî û garda perravî ya Sêrîlankayê, cîgirê fermandeyê hêza deryayî ya Hindûstanê, fermandeyên hêza deryayî yên Îtalîya, Australîya û Imaratê û yek ji fermandeyên hêza deryayî ya Tirkîyê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Nîşangeha navnetewî ya Hewayî û Deryayî ya Lenkavî ya Malêzîyê bi armanca nasandina destkevtên hewayî û deryayî di asta navçê û navnetewî da hatîye lidarxistinê.