Adar 21, 2017 19:09 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Daxwaza min piştgirîya ji berhemanîna navxweyî ye

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê li koma pirrcoş a zîyaretkirên tirba nûranî ya Îmam Riza (S) pêkutî kir: Îsal (sala 1396) bi hegera pêwîstîya tevgera girîng a aborîyê, saleke girîng jibo welêt e.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, hezretê ayetulah Xaminêyî got ku armanca dijminan eva ye ku zexta aborîyê bidin ser gelê Îranê û pêkutî kir: Dijmin dixwazin gel ji nizama Komara Islamî ya Îranê dilsar bikin. Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Ewlewîyeta roja îro ya gelê Îranê, meseleya aborîyê ye.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî herwiha got: Bêyî aborîya xurt mirov nikare rûmet û ewlehîya mayinde û berdewam bidest bixe, divê em van tiştana dabîn bikin, ev daxwazana bêyî yekitîya netewî û peywendîya giştî ya gel û nizama islamî pêk nayên.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha pêkutî kir: ``Xala ewlewîyet û kilîdî jibo pêşeroja welêt, berhemanîna netewî û berhemanîna navxweyî ye û daxwaza min piştkutana li berhemanîna navxweyî ye. Geşatîya karkirin û derfetên karkirinê, geşatîya ferasetan, xuliqkarî û dahênerîya ciwanan, bikaranîna dirafên zimhêrbûyî û pêşketina derfirotinê ji wan feyde û berhemên geşatîya berhemanînê ne.``

Hezretê ayetulah Xaminêyî li ser rola girîng a berpirsan li geşkirina berhemanînê li welêt sekinî û got: Hesta berpirsîyê ya gel jî, ji meseleyên girîng li mijara berhemanîna navxweyî ye.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê li dewama ravekirina rêyên pêşxistin, berfirekirin û geşkirina berhemanîna navxweyî pêkutî kir: Kirrîna ji derve ya kelûpelên ku li nav welêt berhem tên, divê herameke şerî û qanûnî bê naskirinê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha destkevtên berevanî û leşkerî yên welêt ecêb zanîn û got: Welatê ku berî inqilaba islamî ji hêla leşkerî va tam girêdayîyê derve ew jî girêdayîyê dijminekî wek Amerîkayê bû, roja îro kar û pêşketinên wî bûne sedema çavnebarî û hêrsbûna dijminan.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li dewama gotinên xwe got: Ez bi awayekî vebirr û piştrast dibêjim ku heke rêvebir li beşên curbicur bawermend, inqilabî û kêrhatî bin, yê hemî pirsgirêkên welêt çareser bibin û me pirsgirêka ku neyê safîkirinê tineye. Wî herwiha got: Îran welatekî dewlemend e û bêheger nîne ku serdestîxwazan çavê timahkarîyê kutanê lê, ew ê vê hêvîya xwe bibin gornê.

Hezretê ayetulah Xaminêyîbal kişand ser mijara hilbijartinan jî û pêkutî kir: Hilbijartin li welatê me zef girîng e, netenê hilbijartinên serokomarîyê belkî hilbijartinên meclisê û civatên gund û bajêran jî. Hilbijartin yek ji du ruknên serdestîya gelanî ya dînî ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li beşeke xeberdana xwe pişkdarîya giştî ya xelkê li hilbijartinan li pileya yekem a girîngîyê zanî û got: Eva daxwaza herî girîng a min e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî karkirina li gorî destûrê li hilbijartinan pêwîst zanî û pêkutî kir: Her çîya ku gel hilbijêre, xwedîhitbar û qanûnî ye.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê herwiha got: Ez li hilbijartinan mudaxilê nakim û tenê li cihekî mudaxilê dikim û ew jî, wê demê ye ku hin kes bixwazin li hemberî dengê gel û bijartîyê gel bisekinin û astengîyan derxin û dengê gel bişkênin.