Sibat 27, 2017 19:40 Asia/Tehran
  • Zerîf û Rûhanî diçin Pakistanê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê jibo pişkdarîya li 22`emîn civîna wezîrên karên derve yên endamê Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) yê îşev here Pakistanê.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Bîstûduyemîn civîna wezîrên karên derve yên Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) yê sibê 28`ê Sibatê bê lidarxistin.

Qasimî herwiha got: Civîna serokên welatên endamê ECO`yê jî yê roja çarşemê pêk bê ku Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî yê di vê civînê da pişkdar be.

Perwîz Ismayîlî alîkarê beşa ragihandinê ya nivîsgeha serokomarê Îranê jî duh ragihand ku serokê Komara Islamî ya Îranê li gorî vexwendina fermî ya serokwezîrê Pakistanê û jibo pişkdarîya li 13`emîn civîna serokên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî yê roja sêşemê bera xwe bide Islamavayê.

Ismayîlî herwiha got: Rûhanî yê li koma serokên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Aborîyê, helwest û nêrînên Komara Islamî ya Îranê şirove bike.

Hewldana jibo çêtirkirina rewşa pêşxistina mayinde ya aborîyê ya welatên endam, rakirina berebere ya astengîyên ticarî li rex amadekirina plana hevpar jibo berfirekirina çavkanîyên insanî yên endaman, ji wan armancên ECO`yê ne.

Îran, Tirkîye, Pakistan, Efganistan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qazaqistan, Tacîkistan, Komara Azerbaycanê, 10 endamên sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) ne.