Sibat 27, 2017 19:22 Asia/Tehran
  • Cihanîna serketî ya operasyona pûçkirina maynan li  duwem roja  meşqa Wilayet- 95

Operasyona duserî ya pûçkirina maynan bi awayekî dengî û magnetîzî ji aliyê helîkopterên pûçkirina maynan ên yekîna hewaderyaya hêza deryayî ay startejîk artêşa Îranê li duwem roja meşqa Wilayeta 95 serketî cih hat.

 Operasyona  duserî ya pûçkirina maynan bi riya deng û magnetîzî ji aliyê helîkopterên  pûçkirina maynan ku  pêştir  di pawana û di bin desthilata  nizama serdestîxwaz de bû,  Niha bi hewldana  hêza deryayî ya stratejîk a artêşê ketiye bin kontrola Komara Îslamî ya Îranê.

 Her wiha di duwem roja  qonaxa dawiyê ya meşqa mezin a deryayî ya  Wilayet -95ê, gemiyên bicihbûyî li navça giştî ya  meşqê heya xûlgeha (medara) 10 derecê jibo dabînkirina  ewlehiya  gemiyan û îskortkirina  gemiyên ticarî û niftkêş li navçê ketin tevgerê.

Hevgav meşqên têkildarê dabînkirina  ewlehiya  gemiyên barhilgir bitaybet rawestana li hember diziya li deryayan cih hat.

Li gorî gotina emîr deryavan Hebîbulah Seyarî fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê, armanca lidarxistina vê manovrê, parastina sînorên deryayî, dabînkirina ewlehîyê li deverê, têkoşîna li hemberî dizên deryayî û têrorîsmê û şandina peyama dostî û aştîyê jibo welatên navçê ye.