Sibat 27, 2017 19:19 Asia/Tehran
  • Şemixanî: Rola Erebistanê ya piştgirîya ji têrorîstan nayê efûkirinê

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: Mirov nikare rola Erebistana Siûdî ya pêkanîna komên têrorîst û piştgirîya ji wan komana ku li navçê tûşî işkestê bûne berçav negire.

Elî Şemixanî Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê îro li koma nûçegihanan li bajarê Têhranê got: Erebistana Siûdîyê roleke girîng li pêkanîn û piştgirîya ji komên têrorîst ên işkestxwarî li Iraqê û xisarên ku gîhandine welatên deverê nemaze Iraq û Sûrîyê heye.

Şemixanî herwiha li bara serdana wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Iraqê got: Îran her cure hewldana welatên piştgirê komên têrorîst nemaze Erebistana Siûdîyê bo vegera ji sîyasetên têkder ên berê û cebirandina şaşitîyan erênî dizane lê, hela tu guhertineke rastî li reftara Erebistanê xûya nake.

Şemixanî bi gotina vîya ku têrorîst li cihê perwerdebûn û fêrbûna xwe dikarin kiryarên têrorîst û teqînan pêk bînin, got: Hebûna dezgehên ewlehîyê yên hişyar û welatîyên agahdar û zane, pêşîya geşbûn, amadebûn û kiryarên unsurên têrorîst li Îranê girtîye.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê navendên perwerdekirinê yên li hin welatên navçê kargehên berhemanîna têrorîstên tekfîrî zanîn û got: Têrorîstên ku niha bûne pirsgirêkeke ewlehîyê jibo cehanê, welatî û fêrbûyîyên navendên perwerdehîyê yên van welatana bi xwe ne.

Elî Şemixanî herwiha xwendina xalifî ji dînê islamê, nerazîbûna civakî, nebûna hevgirtina sîyasî û bikêrnehatina dezgehên ewlehîyê yên welatên perwerdekirên têrorîstan, ji ferq û cidatîyên watedar ên di navbera wan û Komara Islamî ya Îranê zanîn.