Sibat 27, 2017 18:48 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Emerîka bi wêdedanîna  rêketinnama navokî dê  zirarê bike

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got : Rêketinnama navokî ewqas xalên xurt û bihêz hene ku ger Emerîka ewê wêde bide, yê bixwe zirarê bike.

  Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê navenda şopandina  cihanîna rêketinnama navokî roja duşemiyê li civîna  prespektîva aborî ya Îranê li Têhranê diayr kir: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê nikare bi awayekî yekalî hevhatinnama navokî wêde dayne ji ber ku  eva hevhatineke navneteweyî ye .

Iraqçî, peyama  ewrûpiyan piştgiriya ji rêketinnama navokî ragihand û destnîşan kir: Muhtemel e emerîkî ser rêketinnasma navokî bisekinin, neku  ewrûpiyan ragihandine ku  dê ji şîrketên xwe li  hevkariya tev Îranê piştgiriyê bikin.

  Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser pêkanîna  şik û gumanê li  cihanîna rêketinnama navokî û destnîşan kir: Ev şik û guman dê heya du mehên din werin  zelalkirin û rêketinnama navokî riya xwe didomîne û  rewşa  nû ya aboriyê li Îranê dê hema  wisa riya xwe bidomîne .

   Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derev yê Îranê bal kişand ser rawestana pêşketian navokî ya Îarnê û got : Hêzên berevaniyê, siaysî, berxwedana  li hember zextan, hêza ilmî û pêşketina  navokî ya Îranê,  rojava bitaybet Emerîka ji êrişa  eskerî û dewama boykotan dilsar kir.

Serokê navenda şopandina  cihanîna rêketinnama navokî tekez kir: Rêketinnama navokî dê heya wesxtekê jiyana xwe bidomîne  û ser piya bimîne  ku Îran jê behremend bibe  û qaweta xwe ya neteweyî biparêze.