Sibat 27, 2017 17:33 Asia/Tehran
  • Saziyên navneteweyî li bara destkevtên  aborî yên Îranê li xwe mukir hatin

Serokê giştî yê banka navendî ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Saziyên navneteweyî bitaybet sindûqa navneteweyî ya dirêv li bara ewlhî û destkevtên aborî yên Îranê li warê dirav û li asta neteweyî li xwe mukir hatine.

 Welullah Seyf, serokê giştî yê banka navendî ya Îranê roja duşemiyê li 56 mîn dewra civata salane ya  vê bankê ku bi beşdariya  Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê hat li dar xistin, got : Destkevtên  aborî û diravî yên Îranê bala derûdorên  navneteweyî kişandiye û sindûqa navneteweyî ya dirav jî vê dawiyê asta geşatiya aboriyê ya  Îranê 6.6% ragihandiye.

 Serokê giştî yê banka navendî ya Îranê her wiha diyar kir: Kêmbûna  asta înflasyonê ya Îranê li qonaxa ku buhaya  cîhanî ya niftê jî daketiye, nîşana  destkevteke  giring  li warê aboriya berxwedanê û  xweragir û xurtbûna  aboriya Îranê li hember recifkên  biyaniyan e.

 Seyd bal kişand ser vê yekê ku  aboriya Îranê tenê aboriya  li navçê û cîhanê ye ku  pir hevseng û bisibat e û tekez kir: Pêvajoya berbipêş a aboriyê û  hevsengiya bazarên  aboriyê û istiqrara diravî û aboriye Îranê dê bidome.

 Pêştir  Muhemed Baqir  Nobext, alîkarê serokkomar û serokê Rêxistina  bername û bûdceya Îranê gotibû: Komara Îslamî ya Îranê bi hewldana  pêşekarên xwe kariye pila 18`an a aboriya cîhanê bi dest xîne.